Vîrûsa Corona ku tê gotin ji welatê Çînê derbasê hemû cîhanê bû, li Îranê jî berfireh dibe û hevdem li Îranê binpêkariya mafên mirovan jî didome. Li Kurdistana Rojhilat rojane bi dehan welatî ji aliyê hêzên hikûmetê ve têne binçavkirin. Girtina û lêpêçînkirin li welatiyan, darezandina çalakvanan û herwisa darvekirin didome. Teqekirin li kolberan jî li sînoran ji aliyê hêzên Sipaha Pasdaran ve berdewam dike. Mijara vê heftiyê a bernama me, binpêkariyên mafên mirovan li Kurdistanê ye.
